Ala rengîn pîroz û xweş lyrics

Songs   2024-07-03 11:10:46

Ala rengîn pîroz û xweş lyrics

Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bimeş,

tu ser milên xortên ciwan, di nav te da yek rojek geş,

ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu,

ey xortê kurdan silavê le bikin,

ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu,

ey keçê kurdan silavê le bikin,

îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz,

li ser xana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz,

kesk û sor û zer î, sipi u gewhere, nişana zafer î,

ey xortê kurdan silavê le bikin,

kesk û sor û zer î, sipi u gewhere, nişana zafer î,

ey keçê kurdan silavê le bikin,

te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim,

ger ez bimrim, ger ez rabim, cegerxwîn im serbilind im,

ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î,

ey xortê kurdan silavê le bikin,

ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î,

ey keçê kurdan silavê le bikin.

Şivan Perwer more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani), Zazaki
  • Genre:Folk
  • Official site:http://www.sivan-perwer.com/
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eivan_Perwer
Şivan Perwer Lyrics more
Şivan Perwer Featuring Lyrics more
Şivan Perwer Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs