Dayê zor e lyrics
Songs
2024-12-24 13:41:15
Dayê zor e lyrics
Derdêm pirin kîjan bêjim
Li xerîbiyê lal û gêj im
Wek darek hişk li ber bayê
Şev û rojan ez dihejim
Dayê zor e bavo zor e
Di xerîbiyê meriv kor e
Welat xweş rê ji me dûr e
Derd gelek bûn, birîn kûr e
Xwezî bi wan rojên berê
Şên û şahî gul her derê
Em koçerên warê xwe bûn
Bûn rêvîyên reş qederê
Dayê zor e bavo zor e
Di xerîbiyê meriv kor e
Welat xweş rê ji me dûr e
Derd gelek bûn, birîn kûr e
- Artist:Hozan Diyar
- Album:Oxir Be Uğur