Çarçêla lyrics

Songs   2024-07-02 09:21:13

Çarçêla lyrics

Dimeşî dimeşî naqedin çiya

Pir bilind in Zagros bi qasê xweda

Kurê jehro, Govendê, Cîlo û Çarçêla*

Sê perçê Kurdistan digêhêjin hev li vira

Ne Iskender, ne Timur, ne Ereb, ne Fars

Dest hildarî nestandin li ser van çiyan

Her ku serê gelê Kurd ketî tengasî

Hilkişiyan Zagrosan ji bo azadî

Qonaxa şervananî tu Çarçêla

Nav girê Zagros da a herî delalî

Çîroka Çarçêla pir bi jan e

Çarçêla wek çar perçê Kurdistan e

Çar demsal Çarçêla bi berf dixemile

Bihişta Zagrosa tu yî Çarçêla

Wek kona hîlêna hevalanî

Diparêzî Gerîlla, bijî Çarçêla

Zagros cîhê zayiya mirovahiyê ye

Piroz e li vir jiyan, pir kevn e dîrok

Rengîn e xweza li vir, bi xeml in zinar

16 hezar çîçek dijên li ser Zagrosan

Rotînda more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:https://ku.wikipedia.org/wiki/Rot%C3%AEnda
Rotînda Lyrics more
Rotînda Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs