Azadî

Songs   2024-06-28 22:53:10

Azadî

Rêwiyên azadiyê dimeşin

Ew ciwan û xortên keleş

Karwanên azadiyê dimeşin

Keçên delal, gulên rûgeş

Wek lehiyan diherikin

Mîna bahoz û baranê her aliyê Kurdistanê

Azadî, aşitî, biratî, yekîtî, wekhevî

Di tariyê de bûn ronahî

Evînên di dil de veşartî

Hesret dibarin ji wan çavan

Kefen qetandin bûn hêvî

Ew hesreta azadiyê, biratiyê,

yekîtiyê, aştiyê wekheviyê

Azadî, aşitî, biratî, yekîtî, wekhevî

Rakirin xewin û xeyalan

Şîn kirin hêviyên dilan

Dîrok ji nuh ve zindî bû

Ew bûn xelata nîştiman

Fedayên agir û rojê

Şagirtên Mazlum Egîdan

bûne dengê azadiyê, biratiyê

Azadî, aşitî, biratî, yekîtî, wekhevî

Hozan Kawa more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Turkish
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:
Hozan Kawa Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs