Berû [English translation]

  2024-09-19 03:10:58

Berû [English translation]

Saet çend bû

Şevê çima weha mîna bûkek xwe xemilandibû

Stêrk çima weha ronî

Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bû

Di vê sar û seqemê de çima weha germ bû

Stêrkên welatê min

Heyva erd u axa min

Hûn şahid in; em ne diz u keleş in

Ne pêxwas û zikreş in

Em evîndaren we, Egîdên ronahiyê ne

Eger li me qewimî û li vir em bûn şehîdên we

Xebera mêrxasiya me bigihînin bi însan û gelê me

Mehmed Uzun more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Mehmed Uzun Lyrics more
Excellent recommendation
Popular