Bircên Diyarbekir

Songs   2024-09-28 03:33:29

Bircên Diyarbekir

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir

Gava ku stêrk li ezmana stûxwar

Gava ku ney,bilûr û tembûr

Dahol û zirne sar bûn, sar bûn

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir

Gava ku stêrk li ezmana stûxwar

Bi giyanek pola min navê xwe kola

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir

Ez welatparêzê im ,ez merovperwer im,

Ez bavê Tûjo me lo, şoreşger im şoreşger

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir

Gava ku stêrk li ezmana stûxwar

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir

Ez Şêx Seîdê kal bijîjkê Fuad im,

Pêşmergekî bênav û bê nîşan im

Ez duh şehîd bûm, îro nû hatim,

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir

Gava ku stêrk li ezmanan stûxwar

Rojen Barnas more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Rojen_Barnas
Rojen Barnas Lyrics more
Rojen Barnas Featuring Lyrics more
Rojen Barnas Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs