Can can lyrics

Songs   2024-07-04 07:54:48

Can can lyrics

Ev çend sal in xeber nayê,

Ji aliyê çiya,

Her bihar tê bêhna te tê,

Ji gul û giya,

Herdû çavên min zûha bûn,

Li ser van rîyan,

Beriya ez bimirim te bibînim,

Bi hesreta dilan,

Can can can,

Dayik bi qurban,

Emrê min tev çû,

Bi ax û keseran,

Bişkivîn gul tu nehatî, tu li ku ma yî,

Roja sibê hilat hîna tu li paş çiya yê,

Mij û dûman çûn bihar hat tu venegerya yî,

Vegere lorîka min tu çi şahayî,

Can can can,

Dayik bi qurban,

Emrê min tev çû,

Bi ax û keseran,

Di xewn û xeyalan de te herdemdibîn im,

Cih û warê te lê mezin bû di bîraxwe tîn im,

Ger tu saxî an şehîdî her diramîn im,

Lorî lorî kurê min lorî te dilorîn im,

Can can can,

Dayik bi qurban,

Emrê min tev çû,

Bi ax û keseran.

Gulistan Perwer more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:http://ku.wikipedia.org/wiki/Gulistan_Perwer
Gulistan Perwer Lyrics more
Gulistan Perwer Featuring Lyrics more
Gulistan Perwer Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs