Dîlan lyrics

Songs   2024-07-07 19:04:17

Dîlan lyrics

Tu dişînî silava,

bi lêvan û bi çava,

ez gelek dil nazik im,

bi asanî dikevim dava,

yên wek te gunehbar in,

evînê wisa diçînin,

Bi çava vînê dikin,

bi desta me dixapînin,

Here here tu here,

dîlanê bişarîne,

dîlana qîz û xortan,

hemî can û zerî ne,

ev çi reng e dîlan e,

serûbin bîn reş belek,

vîn û vîndar têkel bûn,

rindî di nav winda melek,

awiriya werne girît,

hemî xencer û agir,

bes vَê carî bi rastî,

min tama vînê nas kir,

ne ne min nekêşe,

ez dîlanê nizanim

li dûr ve dê li te nêrim,

digel çava bi jivan im,

Dîlan e ha dîlan e,

dîlan e li baniya jorî,

Zerî sorgul û naz in,

dest bi mercan û morî,

Zeriya min di nav de ye,

sîng û berî wê gul in,

Ya silava dişînit,

xap û xende û gul in,

Hêdî hêdî ez kêşam,

bi çavan û bi desta,

Ku dest gehişte desta,

hêza dilî rawesta,

Dîlan ji nûke germ bû,

ku yar gehiştin yar,

Rindê destê min guvaşt,

li ber çavên hevala,

Lêxin dengê diholê,

da belav bê li cîhanê

Her kes ji mala xwe bêt,

Bo dîtina hêjayê,

Zeriya nîva govendê,

Zeriya min e bizanin,

Çavê min li çavê wê ye,

ligel stêra bi jivan im.

Bilind Ibrahim more
  • country:Iraq
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:
Bilind Ibrahim Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs