Dîlbera qeşeng lyrics
Songs
2026-03-06 14:07:10
Dîlbera qeşeng lyrics
Dîlbera qeşeng, terhîn û ciwan
Li serî zerzeng di dest de piyan
Pêşkêşî min kir, mayî ji lêvan
Bi vexwarin da kirim netîwan
Pênûs kişabû birhên kevanî
Çavên şîn neqşîn rengê Çîmanî
Lêvên roj û dirûv hiş û giyanî
Hilkir hilkişa ji laş deranî
Dîlbera nazdar tak ji rihana
Buharên rengîn mîhên gulana
Gîyanên kovî dan ser zîndana
Hilkir hilkişa xist nav însana
Paht di beroşa bêje û mana
- Artist:Ciwan Haco
- Album:Leyla (1984)