Dewran lyrics

Songs   2024-10-05 05:22:31

Dewran lyrics

Gav bi gav serê min xweş dibe

Min hertiştên xwe danî ber xwe

Bi te re parve dikim çîroka xwe

Dixwazim rehet bikim dilê xwe

Binêre dîya min mezin bû kurê te

Xwezî dîsa serî bidênim çoka te

Bibînim kenên çavên te

Maçî bikim dilê te

Di nav xeyalan de bûm dema min xwe naskirî

Sedema bêbextî tiştên ku min winda kirî

Dibe ku ji nezanî an jî ji ber kerîtî

Pirsgrêkên aborî min berneda bêperetî

Barek giran hişt li ser dilê min evîndarî

Berpirsîyarîya malbatî dû re jî bi tenêtî

Her alîyê min dorpêç kir ez bûme wek qefaltî

Gerîyam meşîyam lê neçar ma rêvîtî

Nizanim min çî kir, an jî çî nekir

Carna jîyan tahl bû carna jî wekî şekir

Carna serfiraz bûm carna xwelî li serê xwe kir

Carna li jor tav hebû carna baran lê kir

Ev çî dewrane X2

Hin gotin bi xêr hatî, hinek jî girtin derî

Li pêşîya min bûn asteng, gotin rêya te vekirî

Hin gotin tu serkeftî, hinek jî gotin nabî

Jîyanekî wisa dijwar mîna jehr e hêstîyarî

Kenên te winda dibe ha dibînî xwekujerî

Namîne ronahî her der dibe tarîtî

Mixabin tu di westî namînî jehatî

Wekî jîyana xwe tu jî êdî tevlîhevî

Fermo rûnê li hemberê min em hinekî biaxifin

Bi saetan vedixwim ji te re jî tije kim

Nizanim min çî kir, an jî çî nekir

Carna jîyan tahl bû carna jî wekî şekir

Carna serfiraz bûm carna xwelî li serê xwe kir

Carna li jor tav hebû carna baran lê kir X2

Poşmanî, hêvî, bendewarî, yarî,

qencî, xirabî, dijwarî, rehetî, jîyan...

  • Artist:Xem
  • Album:Agir
Xem more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
  • Wiki:
Xem Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs