Di bîr anîn lyrics

Songs   2024-07-04 07:57:35

Di bîr anîn lyrics

Ey dilo jaro li kûne,

Desht û zozanê dimin ?

Kanî ew cejn û sema û

Gesht û seyranê dimin ?

Guh bide ber qîr

Û nal û ah û wvxanê dimin

Min divê ku nû ciwanbim

Biçme nav bax û rezan

Kanî ev reng nuciwanî ?

Kanî bostanê dimin ?

Shahî û nûroze îro

Tên semayê kesk û sor

Têne ber çavên me gav û

Çax û dewranê dimin

Keske sorin çox bi surme

Ser bi zêrin cerg û bez

Ka li kûne: dehrî û

Xeftan û mîtanê dimin ?

Ah di bîra minde mane

Ew demên shêrîn û xwesh

Tevger û lîzên bi lotik

Dengû xoshxwanê dimin

Min di nav bax û rezande

Lot didan bê tirs û pirs

Min gul û nêrgiz didan hev

Ka gulistanê dimin ?

Serxweshê dengê bilûra

Wî shiwanê ber zinêr

Kanî îro ew bilûr û

Ew bilûrvanê dimin ?

Tev di bin lingên neyaran

Tên pelaxtin yek bi yek

Ew kelat û ew sera û

Birc û eywanê dimin

Ey Cigerxwîn bes bibêje

Pir dirêje ev deram

Maçê lêvê erxewanî

Derd û dermanê dimin.

Cigerxwîn more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn Lyrics more
Cigerxwîn Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs