Dilê jar lyrics

Songs   2024-10-05 21:17:46

Dilê jar lyrics

Dilê min û dilê jar,

Dilê min û dilê jar

Çend sale em birîndar

Yarê ez û tu hêlaîn

Xemêt me kirine hêzar

Dilo te xem helgirtin

Çi bo ta nahêt gotin

Yarê çi ji me ne zanî

Em çawa têne sotin

Kanê ew rondika zelal

Kaniye ew bejin û bal

Pîr kirîn xemêt yarê

Em nabînîn meh û sal

Dilo çavêt me wekir

xo di bejin û balê werkir

Ya rih sivik û şirîn

Jê di barî şîr û şekir

Dilo ez û tu çi bikeîn

Da birînêt xo sax keyn

Rondikeka cavêt Yarê

Darmane em lê bikeyn

Kanê ew rondika zelal

Kaniye ew bejin û bal

Pîr kirîn xemêt yarê

Em nabînîn meh û sal

Bilind Ibrahim more
  • country:Iraq
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:
Bilind Ibrahim Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs