Disstopia lyrics

Songs   2024-10-05 05:26:47

Disstopia lyrics

Nikarim herim nikarim werim

Derî li dilê min hat girtin

Venabe êdî nema hez kirin

Di nava dilê xwe de difetisim

Xwezî bikarim reset bavêjim

Hertiştên mejîyê xwe jê bibim

Jan û xem û derdên xwe vala kim

Dawîya dawî ez tûne bibim

Aciz bûm ji vê jîyanê

Behna min teng bû derketim kolanê

Ez meşîyam di bin baranê

Min hêvîyên xwe ziwa kir li ber tavê

Xwezî bikarim derkevim ezmana

Li paşla hîvê birunêm ji xwe re

Paşî bigerim wekî stêrka

Winda bibim bi hezar sala

Nakokî heye li her derê

Erê hertişt bû ye bi perê

Ka kî ma ye wekî berê

Li pişt xwe nenêre derê

Xwezî wekî zarokî

Herkes paqij bûya parîkî

Em man di nava tarîtî

Nezanî me qefaltî

Em qefilîn di nav cemedê

We kî pêxe vê agirê

Em şewitîn di nav şerê

Wê kî birjîne vê avê

Hestên min bê ware

Mejîyê min neçare

Barê dilêm girane

Ev dinya ji bo min tenge

Aciz bûm ji vê jîyanê

Behna min teng bû derketim kolanê

Ez meşîyam di bin baranê

Min hêvîyên xwe ziwa kir li ber tavê

Xwezî bikarim derkevim ezmana

Li paşla hîvê birunêm ji xwe re

Paşî bigerim wekî stêrka

Winda bibim bi hezar sala

  • Artist:Xem
  • Album:Agir
Xem more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
  • Wiki:
Xem Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs