Ditirsim Dayê / Tirsim dayê lyrics

Songs   2024-07-06 15:03:03

Ditirsim Dayê / Tirsim dayê lyrics

Çi bû daye çi bû çi bu

Çima jiyan li vir ra bû

Me gundekî çi şên hebû

Çima îro tev xirab bû

Ew dijminê me hovan e

Em derxistin ji gundê me

Agir berdan mala me

Dîsa nû kirin kulê me

Tirsim dayê ez dıtırsım

Li vir keseki ne nasim

Agir têkev mala romî

Ez ji gundê min dûr xistin

Li şûn maye pîrekî bi gopal

Pişta wê xûz lêborîne sal

Gund wêran e kes tine li mal

Ew jî tenê maye bêhal

Ew dijminê me hovan e

Em derxistin ji gundê me

Agir berdan mala me

Dîsa nû kirin kulê me

Tirsim dayê ez ditirsim

Tirsim li xeribiye bimirim

Tirsim car din te nebînim

Herdu destên te ramus im

Tirsim dayê ez ditirsim

Li vir keseki ne nasim

Agir têkev mala romî

Ez ji gundê min dûr xistin

Hozan Diyar more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki, Greek
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:https://nl.wikipedia.org/wiki/Hozan_Diyar
Hozan Diyar Lyrics more
Hozan Diyar Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs