Ditirsim Dayê / Tirsim dayê [Turkish translation]
Songs
2024-12-19 04:51:14
Ditirsim Dayê / Tirsim dayê [Turkish translation]
Çi bû daye çi bû çi bu
Çima jiyan li vir ra bû
Me gundekî çi şên hebû
Çima îro tev xirab bû
Ew dijminê me hovan e
Em derxistin ji gundê me
Agir berdan mala me
Dîsa nû kirin kulê me
Tirsim dayê ez dıtırsım
Li vir keseki ne nasim
Agir têkev mala romî
Ez ji gundê min dûr xistin
Li şûn maye pîrekî bi gopal
Pişta wê xûz lêborîne sal
Gund wêran e kes tine li mal
Ew jî tenê maye bêhal
Ew dijminê me hovan e
Em derxistin ji gundê me
Agir berdan mala me
Dîsa nû kirin kulê me
Tirsim dayê ez ditirsim
Tirsim li xeribiye bimirim
Tirsim car din te nebînim
Herdu destên te ramus im
Tirsim dayê ez ditirsim
Li vir keseki ne nasim
Agir têkev mala romî
Ez ji gundê min dûr xistin
- Artist:Hozan Diyar
- Album:Ax û Dayik / Wey dinya yê