El Pueblo Unido Jamás Será Vencido [Kurdish [Kurmanji] translation]
El Pueblo Unido Jamás Será Vencido [Kurdish [Kurmanji] translation]
Ey gelê yekbûyî tucarî tu têk narî
De rab, bistir
Em dikin biser`kevin
Pêşde tên
alayên yekbûnê
Û tu jî dê bê
Bi meşa xwe tevlî min bibî
Û tuy` bibîn
Stran û bişkoka ala te
Berbangeke sor bi ronahiya xwe
jiyana tê ,
êdî dabû xuyan
De rab, bike şer
wê biser`keve gel
Jiyana tê
Wê bibe bextewar
Û dagir bike
Xweşiya jiyana han
Û dê hengama
hezar dengine cengewar
Berz bibe
dibêje strana rizgarî`
tev bawerî
wê biserkev` niştiman
Û aniha gelê ku
Êdî rabûye tê dikoşe
Bi dengekî gewre ye
Diqîre: ber pêş ve
Ey gelê yekbûyî tucarî tu têk narî
Welat niha
Yekbûnê tînin pê
Ji bakur berbi başûr
xwe guhastine
Ji kanên xwêya
şewitandî û maden
Ber cingalên başûr
di têkoşîn û kar de bûne yek
Evna diçin
Li seranserî welat
Pêngavên wan
Nîşana paşeroj
De rab, bistir
wê biser`keve gel
Bi milyonan niha
Rastiyê çê dikin
Tabûrên polad
Li ser agirê ne
Bi destên wan
Dadî û rastiyê dê bistînin
Jin
Bi dilarî bi wêrekî
Niha jî amed ye
Li kêleka karkeran
Û aniha gelê ku
Êdî rabûye tê dikoşe
Bi dengekî gewre
Diqîre: ber pêş ve
Ey gelê yekbûyî tucarî tu têk narî
Werger: Azad Ekkaş
- Artist:Inti-Illimani