Şevekî Tarî lyrics

Songs   2024-07-08 12:47:12

Şevekî Tarî lyrics

Şevekî tarî, bi berf û baran,

Dilê min dinale hey, dixwaze derman,

Dilê melûl dinale, dixwaze isyan,

Pêtekî agir bû, li cerg û dilan,

Destê min bilind bû, agiran dadan.

Hoy dil hoy dil hoy dilo dilo dil,

Pîrbûm, dil pîr nabe evdalo dil,

Hoy dil hoy dil hoy dilo dilo dil,

Kalbûm, dil kal nabe rebeno dil.

Şevekî tarî zilma teyê giran,

Agirek dibînim, min dibe mêvan,

Agirek vêdixim hey, ji xwe dikim mêvan,

Şev hat nîvê şevê li min hawar bû,

Ketim govenda agir hey, limin dereng bû,

Ketim dîlana agir hey, limin dereng bû.

Hozan Kawa more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Turkish
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:
Hozan Kawa Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs