Feqiyê Teyran û Quling lyrics
Songs
2024-11-22 17:55:12
Feqiyê Teyran û Quling lyrics
Hey Qulingo, xwe newestîne
Per û baskan her hilîne
Here, ji tebiyetê ji min ra giliyan bîne
îro li ser riyan ez rêwî me
Tu li hewa xweş cibar be
Ser gaz û gêdûkan bilind xwar be
Hema ji derdê dilê min hişyar be
Hey malxirab, tu guhdarî ke
Per û baskan li ser min sî ke
Min jî di gel xwe rêwî ke
çend giliyan li min safî ke
Malxirab bike li min qîrîn
Dil û cegera min tev biwarîn
Ez im îro bê sewda serîn
Gelek refêd mîna te li min dabihirîn
Hey Qulingo, tu difirî li dunyayê
Here cihabê bide E’ynelayê
Bêje, Feqiyê Teyran niha nayê
- Artist:Feqiyê Teyran