Gava tu çû lyrics

Songs   2024-10-05 08:09:17

Gava tu çû lyrics

Gava tu çû dil ma li dû,

ez û ez man rûbirû.

Evîn dijwar e tev pêt û ar e,

birînên xedar mane bêçare.

Bi hêvî bûm min gotê were,

min ji ku zanîbû tu venagere?

Ez canê te bûm, tu ne cana min bû

ji te qetandin bo min mirin bû.

Ez nêzî te bûm tu dûrî min bû,

ez tim ê te bûm tu ya yekî din bû.

Ez mirî me tu zindî ye,

min ji ku zanîbû te min kuştiye?

Ez Memê te bûm tu nebû Zîn

Gava tu çû, bûm har û dîn.

Ketim ranebûm carek şa nebûm,

ên ku min dikuşt xeyalên te bûn.

Dilê min sêwî êşeke bêdawî,

nema zindî dibin hêviyên mirî..

Raperîn more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Pop-Folk
  • Official site:http://www.raperin.net/
  • Wiki:
Raperîn Lyrics more
Raperîn Featuring Lyrics more
Raperîn Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs