Geryanek [Kurdish [Sorani] translation]

Songs   2024-07-04 23:38:06

Geryanek [Kurdish [Sorani] translation]

Hawîn bû çûme Şengal

Hencîrî wextî nwêbeharim

Min lewê kiçêkî ciwanim bînî

Rûy le layek bû

Min witim:" Kiçî kêy?"

Newey kam maley?

To gulî kam baxçey?

Nêrgizî ser serî kêy?"

Kurre, min Kurdistan im

Xoşewîstî Kurdan im

Evîndarî şêran im

Kewtûmete destî nezanan

Min geram, çûme Amed

Cêy pîrekan û befr

Nalînêkî lê dehat

Birîndare, xwênî lê dehat

Min witim:" kewî kêy?

Boçî le naw befrî?

Birîndarî destî kêy?

Xwêndarî destî kêy?"

Min dengî Şêx Seîd im

Bo Kurdistan peyrew im

Bê kes û bê xawen im

Kewtûmete destî neyaran

Çûme Mehabad, geram

Wek darî bey weram

Darêk be destî minallan

Yarî bûkanyan pê dekird

Min witim:" To çi darêkî?

Wek hejarêk lem nîştimaney?"

Toyan le kolanekan dexişand

Le nîwey rê da, toyan şikand

Kurre, min darî ala bûm

Le nawerastî Çiwarçira bûm

Min qibley Kurdan bûm

Kewtûmete destî namerdan

Payîz bû, cûm bo Rojawa

Ser deşt û ber der aw

Lewê kîjoleyekim bînî

Le naw dilim da agirêkî berda

Min witim:" Kiçî kêy?

Dost û şengî kêy?

Beharî dilî kêy?

Baranî kam deştey?"

Kurre, min Qamişlom

Şengî nîştimanî Şêxom

Mîwanî xakî xomim

Kewtûmete destî zordaran

Bilind Ibrahim more
  • country:Iraq
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:
Bilind Ibrahim Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs