Hawar Hawar lyrics

Songs   2024-07-07 00:16:22

Hawar Hawar lyrics

Hawar hawar, hawar hawar

Van dijminan qada me xwar

Talan birin, wan dexl û pêz

Çeper çirandin ketne rez

Dijmin bi zor û ser bilind

Ji ber me girtin şar û gund

Hawar hawar, hawar hawar

Van çuçikan genme me xwar

Hawar dikim gêrnas û mêr

Kurdên di şer de rengê şêr

Em tewde rabin, mil bi mil

Êriş bikin dijmin ji dil

Destan bi paki bidne hev

Welat bihêlin bo xwe tev

Hawar hawar hawar hawar

Wan qimbilan canê me xwar

Wan çuçikan dexlê me xwar

Bi dest tifing em herne şer

Bişki neyar em bidne ser

Em bidne pêy gernas û mêr

Tev herne dijmin rengê şêr

Hawar hawar hawar hawar

Wan çuçikan dexlê me xwar

Seyda Cîger tev buye xwîn

Disa li min derbun birin

Bişki timi sermayedar

Dilxweş bijin em peyadar

Hawar hawar hawar hawar

Wan qimbilqn qada me xwar

Cigerxwîn more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn Lyrics more
Cigerxwîn Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs