Hay lê

Songs   2024-07-02 06:26:27

Hay lê

Rista min a ji gewhera

Ronî didê rengê çira

Bira nadî destê bira

Min rêkiriye ji dosta xwe ra

Hey lê hey lê hey lê

Hey lê hey lê hey lê

Şev û rojan ez dimeylê

Şev û rojan ez dimeylê

Çavên belek çi mêrkuj in

Lêvên te sor çi xwînmij in

Bisk û kezî çi xwînrij in

Dêm û enî pir paqij in

Hey lê hey lê hey lê

Hey lê hey lê hey lê

Şev û rojan ez dimeylê

Şev û rojan ez dimeylê

Rabe ser xwe dilovanê

Em derkevin ji zindanê

Dest bi destê te hozanê

Da em herin Kurdistanê

Hey lê hey lê hey lê

Hey lê hey lê hey lê

Şev û rojan ez dimeylê

Şev û rojan ez dimeylê

Tu şêrîn î, pir ciwan î

Lêv ji sorê erxewanî

Kî bi vî rengî te anî

Wer di nav destê min danî

Hey lê hey lê hey lê

Hey lê hey lê hey lê

Şev û rojan ez dimeylê

Şev û rojan ez dimeylê

Cigerxwîn more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn Lyrics more
Cigerxwîn Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs