Hebhinarkê lyrics

Songs   2024-11-07 07:47:38

Hebhinarkê lyrics

ji wê şeva bişewbê

bêna firikên şewitî dihat ji çolê

çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdu naşikê

hebhinarkê !...

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê

li çaraliyê çefiya min

diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye hebhınarka min

ne sûcê te ye ,

ew mîratê kewan l ime nehatin

li çiyayê şengalê,

komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye

perîkên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali

li ser goleke mêşinî

ji bo ku ez bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê; teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê

Hîvron more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Rock
  • Official site:http://www.hivron.net/
  • Wiki:
Hîvron Lyrics more
Hîvron Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs