Hesp

  2024-09-19 03:16:27

Hesp

Ba bû

Seqema serê sibê bû

Her der spî, her der gewher bû

Her der roni, her der muqedes bû

Jiyana xort, rojên bihûrî bi bîra wi hatibû

Zaroktî, mala mezin, koşka jor

Kûçe û kolanen teng, bîrên kûr

Bax û rez, av û çem, gund û zozan

Tirî û hejîrên bav û kalan

Keskesora barana biharan

Dengê kahr û berxan

Govend bû

Jı rojên bihûrî govend bi bîrê hatibû

Dawet û dîlan li dar bû

Dinya mîna mehfureke rengîn a kurdî xweş

Mîna destaneke kevnar geş bû

Ew li serê gowendê bû

Coş li ser dil ken li ser rû

Ew govenkêşê dîlanê bû

Xwendin û dibistan dîsan xwendin û dibistan salên unîversîtê

Ev hemû, ev hemû niha li bîra wî bû

Bîr bûbû kevokeka bi firê ketibû

Mehmed Uzun more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Mehmed Uzun Lyrics more
Excellent recommendation
Popular