Şilî Barî lyrics
Songs
2026-01-13 22:02:31
Şilî Barî lyrics
Şilî dibarî çilk û çilke
Hespan rake, mayînê cil ke
Têw delalê te ez negirtim
Xwadê emrê te jî kur ke
Ax lê Zerê, zerîya kê yî
Evîna dilê min û xwe yî
Ax lê Zerê, zerîya kê yî
Eşqê dilê min û xwe yî
Malan bar kir çûne waran
Min xwe kire şiklê kalan
Dewdu malan, ber dîwaran
Kesî nego were malan
Ax lê Zerê, zerîya kê yî
Evîna dilê min û xwe yî
Ax lê Zerê, zerîya kê yî
Eşqê dilê min û xwe yî
- Artist:Kurdish Folk