Kirasê sipî

Songs   2025-12-05 04:02:03

Kirasê sipî

"Hevalno, em çi bikin?

Bêgavî bextreşiya kambaxiya me kurdan e

Le, gava begavî li ber deriyan e

Wext, wexta jîr u mêrxasan e

Wext hatiye; wext, wexta şer e, xûrtî û hûner

Em pênc kes ew pênc hezar kes

Em pênc hezar dil, ew pênc dil

Em pênc hezar dilên biheq ew neheq

Kî dikare dilê bi evînê hildavê vegire?

Ma ev me çi dihesibînin?

Yek bi yek li hevalên xwe niherî

Ew yek bi yek hembêz kirin

Bi herdû tiliyên xwe yên destê rastê simbêlê xwe bada

Çek, pusat u rextên xwe şidandin Berîk ajot devê tifinga xwe û got;

"Hevalno, ji bîr mekin

Em pênc hezar dil

Pênc hezar efsaneyên li ser lêvan

Pênc hezar destanên li ser kaxizan in

Pênc hezar stêrkên roniyên kurdan in

Mehmed Uzun more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:
Mehmed Uzun Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs