Lêgerîn lyrics
Songs
2024-11-28 18:51:51
Lêgerîn lyrics
Min dilek nas kir,
ji dilê wî yê tarok, hez kir,
Bi hestên dilê wî ez çûm kûrahiya bihuşta zaroktiya xwe,
Di bedewiya, çavên wî de,
min dergûşa bihuşta zaroktiya xwe dît,
Kî yî tu?
xwediyê bihuşta dilê min yê lerizî?
qefesa li ber deriyê dilê min ê dorpêçayî?
Ewqas sal derbas bûn,
di nav lêgerînê de,
li dilê te yê zarok digeriyam,
li dergûşa bihuşta dilê zaroktiya xwe digeriyam,
Min bixe nava qefesa li ber deriyê dilê xwe,
tu jî bibe, lêgerîna qefesa li ber deriyê dilê min.
- Artist:Ciwan Haco