Las simples cosas [Kurdish [Kurmanji] translation]
Songs
2024-11-15 23:18:34
Las simples cosas [Kurdish [Kurmanji] translation]
Yek xatir dixwaze
ji tiştên biçûk, bêyî ku hîs bike.
Wekî darekî
ku di payîzê de pelên xwe diweşîne.
Di dawiyê de xemgînî mirina hêdî ya tiştên biçûk e
Ev tiştên biçûk in ku di dil de bi jan dimînine.
Yek her tim vedigere wan cihên berê ku ji jiyanê hez kiriye
Û pişt re têdigihîje çawa ew tiştên ku jê hez kirî êdî tune ye.
Ji ber vê, keçikê, neçe ji vir bi hesreta vegerê
Ji ber ku biçûk e evîn û dem dadiqurtîne tiştên biçûk.
Hinek dem bibihurîne li vir, di bin tava vê nîvroyê de
Ku tu yê li wir li gel nanê di bin tavê de maseyek dagirtî bibînî.
Ji ber vê yekê keçikê, neçe ji vir bi hesreta vegerê
Ji ber ku biçûk e evîn û dem dadiqurtîne tiştên biçûk.
Yek her tim vedigere wan cihên berê ku ji jiyanê hez kiriye...
- Artist:Chavela Vargas