Lawiko lyrics

Songs   2024-07-08 12:44:09

Lawiko lyrics

Lawiko kele kela germa vê havînê

De lawikê min nexwese nexwesê li nav nivînê

Eza rebenê dikim cîkê lawikê daynim

Li eywanê sanesînê

Cotê resguliyê xwe ji lawikê xwe re

Têxim baw û bawesînê heyanî sibê

Li ber serê lawikê xwe rûnêm

Ezê bêjim gelî mêr û zilama

Hûnê ji kêleka lawikê min rabin

We çima win nizanin lawikê min

Lawikê min nexwese, bedhale tirsim ezê lawikê

Xwe nebînim ezê bimirim bi vê kulê, bi vê kederê, vê birînê

Way way bi vê birînê de were

Ax de were de were de were keser û meraqa mi lawiko

Ezê ketime toz û xubara germa vê bêderê

Lawikê min nexwese, bedhale, ez nizanim birîna wî li kêderê?

Ezê cîkê lawikê xwe daynim li eywanê li ber pencerê

Lawiko derba te li min daye bîna tîra vê xencerê

Ezê bêjim gelî mêr û zelama hûnê ji kêleka lawikê min rabin, lawikê min nexwese, pir bedhale

Ezê cotê memikê xwe bidim desta, bila lawikê min pêsabe, bîna wî pêderê, tirsim lawikê min bimire, ez nebînim, ezê bimirim bi wî kulê, bi wî êsê bi wî keserê de were

Hozan Kawa more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Turkish
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:
Hozan Kawa Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs