Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered lyrics
Songs
2024-09-17 20:57:51
Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered lyrics
Me ji bil husn û cemalê çi xered
Bê cemalê ji peyalê çi xered
Ger ne teşbîhê du birhên te bitin
Me di `îdan bi hilalê çi xered
Ger ne qesta dil û canê me dikit
Me ji wê şox û şepalê çi xered
Ger ne rûhê me di pê dil biretin
Me ji wê qenc û delalê çi xered
Ger ne bi-’smê te mu`emma bin hurûf
Me bi şiklê xet û xalê çi xered
Neko şermende ji rûyê te biwa
Afitabê bi zewalê çi xered
Qestê wehdet dikirit rûh-i bi rûh
Wer ne `aşiq ji wisalê çi xered
Di şebê qedrê tecella tu bikî
Me li pê mûm û şemalê çi xered
Ne cemala te tecellî bikirit
Me ji xoban bi cemalê çi xered
Ne ji le`lên te Mela behsê bikit
Me ji vê behs û su`alê çi xered
- Artist:Melayê Cizîrî