Mebê Na Na lyrics

Songs   2024-07-07 01:22:07

Mebê Na Na lyrics

Çi bêjim ez mebê: Na na

Guhê min tim li ber "na" ye

Bi vê "na"yê te şişa sor

Di nêva dil da badaye

Tu zanî "na" çi dijwar e?

Ji ber wê dil tijî ar e

Perîşan û giranbar e

Bihara dil çi "na na" ye?

Ji ber nayê dinalim ez

Wekû nayê dikalim ez

Nizanî pîr û kal im ez?

Me feresende beradaye

Mi dil suhti ji ber nayê

Were guhdêre ber nayê

Dikî gazî: Werin rayê!

Ku ev paye hemî ba ye

Şev û rojan dikim qêrîn

Li ser te mêrkuja şêrîn

Ji vê "na" te gelek têrîn

Çiqas bê "na" dibêm "a" ye?

Tu na û paye dûr bavê

Were da biçne ser avê

Binêr pêlan çilo tavê

Evîn ji wer bi pêla ye

Meger çendan tu şêrîn i

Tu şêrîna Cegerxwîn î

Çiqas rengîn û bengîn î

Berê min tim li bala ye

Cigerxwîn more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn Lyrics more
Cigerxwîn Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs