Mirina bi saxî lyrics
Songs
2024-12-19 01:44:35
Mirina bi saxî lyrics
Min got ez xortek im, ezê evîndar bibim
Min ji ku zanî bû mirinê, ezê pê jar bibim
Îro bûme ‘evdal bi çola ketime
Keçê min ji ku zanîbû, ezê korr û lal bibim…
Mirina bi saxî, navê wê eşq e yar
Dest bide vî canî, tev bûye pêt û ar
Nema fêde dike ev qêrîn û hawar
Keçê min ji ku zanîbû ezê korr û lal bibim…
Bîrek bê binî ye, nikarim derkevim
Dengê min dernayê, bê ziman û dev im
Wek miriyê serê wî kevirê qebrê kevim
Keçê min ji ku zanîbû ezê pê dax bibim…
- Artist:Seyda Perinçek