Namê Enberşikenê Bêt [Meke Behs] lyrics
Namê Enberşikenê Bêt [Meke Behs] lyrics
Namê `enberşikenê bêt ji `enber meke behs
Bil ji wê silsile û zulfê mu`enber meke behs
Veke lêvê we ji nêvê biwerîn qend û nebat
Ji lebê le`leşeker bêj û ji şekker meke behs
Bi ser enguştê `eqîqê bide fincana rehîq
Abê heywan te çi yin nav-i ji kewser meke behs
Zeriyên şehla û durdane bibin şahidê bezm
Ji genimreng û siyehçerde û esmer meke behs
Dê bişaret bi işaret ji neyê bête sema`
Tu ji nayê di sema`ê bike bawer meke behs
Bi wê nihalê bi deraxûş û bidê canê şirîn
şaxê `umrê bixwe ber jê we ji Qeyşer meke behs
Ayeta husnê mufeşşel ke ji keşşafê cemal
`Ilmê `işqê bike tefsîr û ji defter meke behs
Razê dehrê ji sipihrê tû nizanî bi cedel
Hikmeta dawer e tu j’ hikmeta dawer meke behs
Ab-i heywan te divêtin tu bibe hemrehê xudr
Cama Cem bîn û ji Dara û Sikender meke behs
Ji ezel `aqibeta karê ko me`lûm-i nebit
Cama mey noş û ji teqdîra muqedder meke behs
Dil yarê me nebû nerm-i bi sed ab-i girî
Ji dilê dilbera ma û berê mermer meke behs
Tîr-i sed têne ceger sîne li ber maye çeper
Ji dil û cergê kul û sîneyê kerker meke behs
şîrê elmasî kişînit tu ji lami` de xeber
Vekirit huqqe`ê yaqût-i ji gewher meke behs
Ji şefeq Zuhre xwiya bit tu binê perwînan
Cebhetê ew binumêt tu ji meh û xawer meke behs
Li rûyê yarê du meh new me qeran dîne di mest
Tu ji seyra qemerê tali` û exter meke behs
Pir ji dêm û xet û xalan te xeber daye Mela
nezerê wer bide bejnê ji mufesser meke behs
- Artist:Melayê Cizîrî