Nazikek Min Seherê Dî lyrics
Nazikek Min Seherê Dî lyrics
Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek
Hor û wildan û perî bûne beşer bûne melek
Wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê
»Ehsene l-lahu we-tebarek« ji du çehvên di belek
Sinbilên ter li gulan pal-i bi mestî diderin
Sosinên taze li nisrînwereqan bûne helek
Nazika min ko bi mestî di çemen hat-i xeram
Ji hesed çûne xusûfê meh û mihr-i di felek
Ê ji xeflet te bibînit ko dimînit heyihat
Te bi çehvên di belek kuştine mezlûm-i gelek
Zerreyek `işqê giha kê we ji `eqlê xwe nebir
»Kullu men şadefehu dahiyetu l`işqi helek«
Xwisroyê `işqê ko rûniştî li ser textê wucûd
»Fetehe l-qelbe `ele l-fewri we-li r-rûhi melek«
We çi `işq û çi selamet herdu dûr in ji yekê
»Kullu men yesluku hubben subule n-nari selek«
Ah-i bêgavê ji dil tên me ji pêta di ceger
Bes tu bêfeyde neşîhet ke me dil bûye pelek
Ma ji `umrê me çi mabit were êdî vi me ra
Da di eqtarê wucûdê bikirîn seyr-i melek
Di ’stiwa’ê ko ji husna te veda lami`ekê
»nezeru ş-şemsi mine ş-şerqi ile l-xerbi delek«
Afitabê ko ne teşwîr-i ji husna te bitin
»Nûruha fî nezerî zulmetu dacin we-helek«
Ji hewa bend te kirim şubhetê bayê di sivik
çi ji biska te bibêm ah-i ji biska te çelek
Ez ji zulfa te veristim mi teleb kir lebile`l
Lê di çaha zeqenê bê ser û pa çûme helek
Bi umîda te homayî ne Melê tor-i veda
Wer temaşayê cehan bûye hemî tor û şebek
- Artist:Melayê Cizîrî