Newaya Mutrib û Çengê lyrics
Newaya Mutrib û Çengê lyrics
Newaya mutrib û çengê
Fixan avête xerçengê
Were saqî heta kengê
Neşûyîn dil ji vê jengê
Heyata dil meya baqî
Binoşîn da bi muştaqî
Ela ya eyyuhe s-saqî
Edir ke`sen we-nawilha
Ko katib dêmî cedwel kit
şikeste xet muselsel kit
Ji yek herfan mufessel kit
Kî ye yê muşkilê hel kit
Dizanî rûd û `ûd ewwel
çi tavêtin sirûd ewwel
Ki `işq asan nimûd ewwel
Welê uftadi muşkilha
Ji mihra wê şefeqse`dê
şirînle`lê şekerwe`dê
Dinalim şubhetê re`dê
`Ecîb im lê ji vê ce`dê
Ki dil ra tabi herçîneş
Bi kufrê mîbered dîneş
Zi tabi ce`di muşkîneş
çi xûn uftadi der dilha
Di vê taqê di vê xanê
Me `eyş û êminî kanê
Kesê dest dit ji dewranê
Nihalik vê gulistanê
Der axûşeş çû meyared
Ki ez dil caneş buspared
Ceres firyadi mîdared
Ki ber bendîdi mehmilha
Bi Qur`anê bi ayatê
Eger pîrê xerabatê
Bebêjit secde bin latê
Murîdên wî dibin qatê
Murîd er bêbeser nebwed
Zi fermaneş bider nebwed
Ki salik bêxeber nebwed
Zi resm û rahi menzilha
şevê zulmat û deryayê
Ji mewcan qet xeber nayê
şikestî keştiya bayê
`Ecacê wê şefeq dayê
Ji herfan mah û sali ma
Nehat der şikli fali ma
Kuca danendi hali ma
Sibikbarani sahilha
Me ra ji ewwel çi bir xamî
Kişand axir bi bednamî
Ji rengê Se`dî û Camî
Ji şuhret pê hisîn `amî
Bi deng û bang û awazê
Dibêjit nexmeya sazê
Nihan key manedan razê
K`ez û sazendi mehfilha
Ji hafiz qutbê şîrazî
Mela fehm er bikî razî
Bi awazê ney û sazî
Bibî ber çerxê perwazî
Tuzed min hubbihe s-sefwa
Bihi ehlu l-hewa neşwa
Meta ma telqe men tehwa
De`i d-dunya we-ehmilha
- Artist:Melayê Cizîrî