Qesîda Hesin Meman [English translation]

Songs   2024-10-05 17:18:48

Qesîda Hesin Meman [English translation]

Ji te didem medehê,

Welîyo xwedanê qubehê,

Ji te kerema mehê.

Hesin Memanî melevanî

Li behrêt giranî,

Ligel mîr ra biranî.

Zêde kiribû zore,

Kire pîrê çil pîre,

Wê bang diden ji 'erşe.

Bila bêt Hesin Meman,

Dîtina wî qewî li me derman.

Heya mîr we dibête,

Bila Hesin Meman bête,

Bila rûnêt û bistirête,

Ka mîryatî bi kî dişête.

Mîrê kibîre,

Hesino peşayî kibîre,

Heçiyê Hesin pîre,

Ser naçit Nekir û Nekîre.

Mîrê mezine,

Hesino pedşayê mezine,

Heçiyê pîr Hesine,

Nekîr û Nekîn li ser naçine.

Tancê sê'detê,

Hesino kulkê se'detê,

Ji xezîna qudretê,

Hesino ji bana bo te tê.

Tançe te bi zêre,

Hesino kulkê te bi zêre,

Û li heft 'ezmana bigêre,

Lew ser serê te wergêra.

Çil rabûne ser pêya,

Xelatek wê têye,

Kesek nizanit bo kêye.

Mehmedê Reşane

Çakiya min dît bi çavane,

Xelat, xelatê Hesin Memane.

Kurdish Folk more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki, Kurdish (Xwarin), Kurdish (Gorani)+2 more, Kurdish (Sorani), Turkish
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Kurdish_music
Kurdish Folk Lyrics more
Kurdish Folk Featuring Lyrics more
Kurdish Folk Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs