Îro Ji Husna Dilberê lyrics

Songs   2024-09-17 20:56:55

Îro Ji Husna Dilberê lyrics

îro ji husna dilberê

Dîsa helak û serxweş în

Remzên di wê şîrînsurê

Sohtim bi pêta ateşîn

Sohtim bi berqa lami` e

Ew necm û bedra tali` e

şemsa semayê rabi` e

Lew pir ji şewqê şewwişîn

Pir şewwişandin wê dil e

Zulfên siyah ser dan mil e

Tora muxalif silsile

Selwa `eqarib lê meşîn

Selwa `eqarib lê weten

Ew nazika nûrînbeden

Qendê dirêjin guft û ken

Biskan di lê kir baweşîn

Biska siyah re`na ye mest

Yek dî bi heyran pê ve dest

Hemyan bi mestî helqe best

Derbendê ew zulfa reş în

(...)

Melayê Cizîrî more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Malaye_Jaziri
Melayê Cizîrî Lyrics more
Melayê Cizîrî Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs