Sebahul Xeyr Xana Min [Arabic translation]

Songs   2025-12-08 04:20:29

Sebahul Xeyr Xana Min [Arabic translation]

Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana min

Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min

Te alellah çihzatî tu çih wî şîrîn sifatî tu

Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu

Heyat û reheta can im"sebahul xeyr ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê

*****

Sebahul xeyrî mesta min, letîfa cam bi desta min

Xumar û meyperesta min, tuyî meqsûd û qesta min

Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min

ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min

Di benda zulfê çewkan im "sabahul xeyrî ya xanim!"

Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê

*****

ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê

Siyaçeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê

Şubhê şem' û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez

Da'if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez

Ve bulbul ra bi evxan im "sebahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê

*****

Were pêşber Melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe

Bi şefqet ke liqayê xwe Meya nemrit bi dayê xwe

Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran

Şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran

Li dîdara te heyran im "sebahul xeyrî ya xanim!"

Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê

Kurdish Folk more
  • country:
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Zazaki, Kurdish (Xwarin), Kurdish (Gorani)+2 more, Kurdish (Sorani), Turkish
  • Genre:Folk
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Kurdish_music
Kurdish Folk Lyrics more
Kurdish Folk Featuring Lyrics more
Kurdish Folk Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs