Ta kengî [Ey karker û xebatkar] lyrics

Songs   2024-07-04 08:18:43

Ta kengî [Ey karker û xebatkar] lyrics

Ev reng biratî me navê ger timî wa bin,

Hevsar me girêdayî bi turtanê kera bin,

Ew begler û axa û emê jar û geda bin,

Ew rencbêrê dijmin û emê rencberê wan bin,

Ey karker û cotkar bese, dem hatîye, rabin,

Ta kengê emê karkerê axa û bega bin,

Ta kengê emê hestiyê bin lingê sega bin,

Ta kengê emê kole û riswa û ebîd bin,

Bin destê merivên wek Beyar û Seîd bin,

Ta kengê li sinora wekî birc û kilîd bin,

Ta kengê ji hevra hemî mêrxas û egîd bin,

Ey karker û cotkar bese, dem hatîye, rabin,

Ta kengê emê karkerê axa û bega bin,

Ta kengê emê hestîye ber lingê sega bin,

Çawa ko dizanim tu timî şerkar û mêrî,

Deng daye di Şerqêda bi xwe fêris û şêrî,

îro tu çima wer biwe tirsok û newêrî,

Perda gidîya ser xwe veda, da xwe veşêrî,

Ey karker û cotkar bese,dem hatîye, rabin,

Ta kengê emê karkerê axa û bega bin,

Ta kengê emê hestîyê ber lingê sega bin.

Perda gidîya carekê xweş rake, hilîne,

Çavê xwe veke, guh bide hawar û qîrîne.

Lingê terasan zû tu ji axa xwe derîne

Idî tu metirs hemdemê cebarê te çîne,

Ey karker û cotkar bese, dem hatîye, rabin,

Ta kengê emê karkerê axa û bega bin,

Ta kengê emê hestîyê bin lingê sega bin,

Pir şerme ko em deh ser milyonê nifusin,

Pir şerme ko em abîdê dînar û filosin,

Pir şerme ko em birçî û bê mad û mirusin,

Heyfe ji mera hemdem û hemxakê Urisin.

Ey karker û cotkar bese, dem hatiye rabin,

Ta kengê emê karkerê axa û bega bin,

Ta kengê emê hestîyê bin lingê sega bin,

Ta kengê di zindana bibin, hebsî û girtî,

Dara li ser û lingê me xin begçî û şirtî

Ta kengê bixun ev beg û axa me bi xurtî,

Ta kengê emê dey li we kin her we bi sirtî,

Ey karker û cotkar bese, dem hatîye, rabin.

Cigerxwîn more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn Lyrics more
Cigerxwîn Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs