Te zû tê deranî

Songs   2024-07-07 00:20:44

Te zû tê deranî

Hate ber derî min lê nenerî

Lê gava ku ew çû, min dil daye dû

Ka ew çavên reş, ka ew dêmên geş

Ka ew bêhna xweş, ka ew reng û rû

Yara min bang kir, ey bilbilê dîn

Li ser çi digrî, qêrîn û nalîn

Yara te va ye, li ber çava ye

Ev deşt û çiya, tev xweş kir bi bîn

Bilbil tu zanî gelo ez kî me

Tu tim serdestî, lê ez girtî me

Bêlîs û hêlîn, bê ol û bê dîn

Ez im Cegerxwîn, xortê kurdî me.

Cigerxwîn more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn Lyrics more
Cigerxwîn Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs