To nehatî lyrics

Songs   2024-10-05 21:39:46

To nehatî lyrics

Dê kengî hêy, eve çend jivan te dan û tu nehatî

Dê kengî hêy, roj û meh û sal derbaz bûn tu nehatî

Ma her bêjim, pisyar û bersiv xilas bûn tu nehatî

Nê li hêviya te, li serêt rêka hêvî mirin her nehatî

Ma nizanî kela agirî, xerîbiya te dilê min xwar

Ma nizanî borîn Havîn, payîz çûve Zistan Buhar

Zuy be were soza hatina, xwe bike rastî tenê êk car

Da nebêjin evîna me, bi dumahîk hat çû bû yadgar

Dê bizivre ve bilbil her, bihara dihêtin hêlîna xwe

Dê were ve hemî mişext di zivirne ve welatê xwe

Ma tu nahêy ma dê kengî tu bi cihînî wê soza xwe

Bibe rojek li min bihele û rûnke çavê dildarê xwe

Bilind Ibrahim more
  • country:Iraq
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:
Bilind Ibrahim Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs