Wefadara min lyrics

Songs   2024-10-05 21:41:15

Wefadara min lyrics

Ez gehiştim jivanê

wefadara min ya hatî

stêrêt şeva li me geş bûn

rûyê heyva çarde helatî

Destê min girt û berneda

paş gote min bi xêr hatî

me borand şeveka xweş

li nav baxçên welatî

sed xuzîkêt ewê şevê

destpêka min û viyanê

Rûynişte xwar bi rex min ve

têr nebû ji berêxwedanê

ez û ew mayin axiftîn

me dil da êk ta nemanê

Şeva tarî li havînê

rûy sor kirin ji maçdanê

sed xuzîkêt ewê şevê

destpêka min û viyanê

Carekê gote min wext e

gelek mam bû derengî

min gotê hêşta zû ye

got bimînim heta kengî

Piçeka dî da biaxivin

got çê bêjim tu bêdengî

sed xuzîkêt ewê şevê

destpêka min û viyanê

Bilind Ibrahim more
  • country:Iraq
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:
Bilind Ibrahim Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs