Xabûr lyrics

Songs   2024-07-07 01:12:53

Xabûr lyrics

Ey Xabûr, Xabûr, ey Xabûr, Xabûr

Wek daxwaza min, pir dirêj û kûr

Kêferata te, xum xum, û lew, lew

Nayên bîra te, ne razan, ne xew

Herdem dinalî, bi qîrîn, gazî

Lê kes nizanî, ka çi dixwazî?

Armanca te ye, xurtî, pêşveçûn

Cihê te tenge, divê firehbûn

Pêlan didî xwe, qîr û firyadî

Tu jî wekî min divê azadî

Sînga vê erdê te çirand bi zor

Nizanim çira tu naçî berjor?

Tu jî wekî min, ger bibûna Kurd

Ev xurtîya te dibû kul û derd.

Cigerxwîn more
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Official site:
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn Lyrics more
Cigerxwîn Featuring Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs