Xoda [خۆدا] lyrics

Songs   2024-10-05 21:54:32

Xoda [خۆدا] lyrics

Xuda Allah me dil date

Ji bo te me îbadet kir

Ji hindik rojê pênc cara

Me mala te ziyaret kir

Jin û mêr û ciwan û pîr

Li ber deriyê te bûn esîr

Li ser te pirr ezîzê jî ji vê dunyayê hîcret kir

Xuda Allah me dil date

Ji bo te me îbadet kir

Ji hindik rojê pênc cara

Me mala te ziyaret kir

Kesê dil daye xeyrî te ji îmanê xwe bêpar kir

Peşîman e li vê dunyayê ziyan û hem xisaret kir

Me kir pîrka xwe qebristan,

Me terk û hîcret û talan

Ji bo te dane ber çavan me

Sebr û hem cisaret kir

Xuda Allah me dil date

Ji bo te me îbadet kir

Ji hindik rojê pênc cara

Me mala te ziyaret kir

Ya Rebbî, Tu bi mezinahiya xwe key,

Rojiyên me tu qebîl key,

Li vê heyva mubarek de,

Gunehêt me bixefrînî

Derên xêra bo me vekey

Ya Rebbî, dilovaniyê li me bibarînî,

Dînê xwe li ber me şirîn key.

Hemî hejar û belengaza ji tengahiya

Tu rizgar key, ya Rebbî.

Bilind Ibrahim more
  • country:Iraq
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani)
  • Genre:
  • Official site:
  • Wiki:
Bilind Ibrahim Lyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs