Yar merhaba lyrics

Songs   2024-10-05 05:24:59

Yar merhaba lyrics

Ez ji zûde dûrî welatim

Lê kesên me, me bi tenê bernadin

Wan rojana mîvanek mine gellek ezîz û hêja hat

Me li hal û demên hev dipirsî

Mijul bun û gilî û gazincê xwe got

Yar merhaba can merhaba

Ehlen we sehlen merhaba

Tu bi xêr hatî bi xweşî hatî

Bi ser seran ser çavan

Yar merhaba, yar merhaba

Bi hatina te şa bûme

Sola xwe deyne were rune

Lo mîvano de keremke

Were li kêleka min rune

Yar merhaba, yar merhaba

Yar tu zane ez pir dûr mame

Zûde ji welat qetîyame

Yek caran tê mîvanên min

Lê bêgan û bê war mame

Ka bêje çi heye li welat

çawa dibi kar û xebat

Yar merhaba, yar merhaba

Gava qal kir keser kişya

Hûr hûr hêsir jı çavan meşîya

Min lê nêri kûr fikirî

Vîne da dil xwe ber êşiya

Go heyran ger mirov bêje

Derd û qul azar û êşe

Zulmu zordarîyê li herder

Gellek heye wek tu bêje

Dijî zulmê me dest pê kir

Kom û koz û civîn çêkir

Ji serî ta bine welat

Komale û partî bi rêkir

Lê em gellek bi gazinin

Em li hember hev mezinin

Doza li hemberî dijmin berdan

Hevdu kuştin bihev ketin

Xebat têk çu em tev şikyan

Hin hat girtin hinek revîyan

Zarok û jin kal û pîr tev

Man li ber destê dijminan

Xortê hêja keçên ciwan

Girtine li binê zindanan

Fermane li ser serê me

Tev kirne paşe be guman

çawa kesek me nabihîze

Xwînxwar bi namusa me dilîze

De biqîre heval bêje

Kor bibîne ker bibihîze

şerm kir û stuyê xwe xwar kir

Di ber xewda hêsrê xwe pak kir

Agir bi dil û canê min xist

Min hiş û aqil wenda kir

Min go me tev erdek ra kir

Xwîdana xwe li ser reş kir

Kurm û qimil tev ketine

Serî û binî tev xera kir

Go herdem me çare nîne

Erdê rake tovê biçîne

Tav û baran rengê gulan

Lê zevîy xe hêşin bîne

Min go jîyan têkoşîne

Geh têk diçi geh pêk tîne

Lê ji bo me heye armancek

Xweşîya jînê pêşde bîne

Bo me tev heye armancek

Lê dikim nakim nabe yek

Fergan lime belav buye

Lê ji her serekî tê dengek

Raste bi te bawer dikim

çend sale ku ez jî bang dikim

Dil û ceger limin helîya

Ji wan weznê şîne dikim

Ji tere bêjim bê guman

Sonda min bi navê kurdistan

Kes nabe bimîne kole

Wê rabe ev zulm û talan

Ger hûn bi gel bawer dikin

Ku ji bo heqê wî kar dikin

Lê tiştê kû gel ji we dixwazi

Tev bîra yekitêye bikin

Perçe bûn û piştberî kesî xelas nake

Dijmin mezine hûn biçukin

Bese êdî birakûjî

Bimre birakûjî bese...

Bese êdi fergan li me belav bûye

Şivan Perwer more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji), Kurdish (Sorani), Zazaki
  • Genre:Folk
  • Official site:http://www.sivan-perwer.com/
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eivan_Perwer
Şivan Perwer Lyrics more
Şivan Perwer Featuring Lyrics more
Şivan Perwer Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs