Zîn lyrics

Songs   2024-11-07 07:39:36

Zîn lyrics

Zîn hat û bi wê bejna xwe ya wek dareka çamê,

Mîna dareka serwê, sîya xwe da ser gora Memê,

Pê ra dikrin qîrîn, bi awa û aheng,

Bi ser felekan diket ew deng,

Esker û çekdar û mîran,

Derweş û gundî û feqiran,

Dilbir û rind û nazenînan,

Horî û perî xemrevînan,

Runişt hingê li ber serê Memê jar,

Bi Memê ra peyivî, bi peyva xwe ew kir haydar,

Ev çavên belek, ev birûyên wek behîvan ên reş,

Bejna wek şaxeka bilind, hinar, bîyok û sêvên xweş,

Xweşreng in hemî, bilezet û bitam in,

Bê guman, ew ji bil te li kesên din heram in,

Zulfan ta bi ta ez hemî bikêşim,

Heqê min e ku ez cî bi cî bêşim,

Bexşkirî bûn bi carek, ji bo nihêrtina te,

Wexfeka pîroz bûn, ji bo çave te û dîtina te,

Mîna te, bêhişbûna min jî êdî nêz e nêz,

Aha wext e ku ez û tu hev bikin hembêz,

Zinê, piştê ku ev rastî dan zanînbi vî awayî,

Bizdandin ji dinyayê têkilîyên xwe bi tevayî,

Hembêza xwe di merqeda Memê da weranî,

Laşê wê yê bêzar, qut bû, cuda bû ji gîyanî,

Destên xwe bi dil ji gîyan şuştin û kişandin,

Goya ku findek bû, hat vekuştin, vemirandin,

Heta ku bi merasim û bi tore, Zîn,

Ji defne ra amade kirin, wek ku dizanîn,

Merqeda ku Memê çavfirîşte têda bû,

Yanî sedefa ku ew cewherê bijare tê da bû,

Ewqas bi gîrîn û zarîn li ser girîyan,

Histirên wan wek baranê lê dibarîyan,

Wan, wek cewheran lê barandin histir,

Paşê, wan ji nû ve ew merqed vekir,

Mem û Zîn, wek du cewherên di qutîyek da,

Wek roj û hîva di bircek da, di cîyek da,

Bê wasîte ew dan ber hev,

Bê tiştek di navberê da ew sipartin hev,

Bi kurtî, vekirin ji nû ev merqeda Memê,

Mîr got 'Aha ji te ra yar, Memê!'

Hingê, ji laşe Memê sê car deng hat,

Bi gotina 'merheba' ew deng hat,

Hemîyanku bihîst ew raza rastîn,

Pekvê bawer kirin ku çiqas hêja ye evîn,

Sed pesn û sed aferîn ji wan ra,

Qet meyla dine tunebû bi wan ra,

Aha ev bû eser û şopa evina,

pak, evîna paqij û rastin,

Pak û evîndaren rastîn bûn, wisa çûn ew,

Bekar û bakire û serfîraz bûn, wisa çûn ew,

Lêvziwa, bê ku ber xwaribin ji hev,

Çûn pêşberê Xwedê, bi hesreta hev,

Xweş jîyan bi evînê, erê wellah,

Xweş mirin bi hev ra, maşellah,

Her kesê ku bi ciwanî, mîna Zînê,

Jîyan û umrê xwe biguhêre bi evînê,

Yan jî wek Memê, bi evînê ser bide,

Jîyan û xweşîyê di wê rê da bi der bide,

Bê guman dê bigîje tiştê ku jê re mirad e,

Û dê bibîne he tiştê ku bivê, bike îradê.

  • Artist:Hîvron
  • Album:Mem û Zîn (welat)
Hîvron more
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Rock
  • Official site:http://www.hivron.net/
  • Wiki:
Hîvron Lyrics more
Hîvron Also Performed Pyrics more
Excellent Songs recommendation
Popular Songs
Artists
Songs